Hevseroka “Kantona Qamişlo” Yusra Derwîş di êrîşeke Tirkiyê de hat kuştin

Hevseroka “Kantona Qamişlo” Yusra Derwîş di êrîşa drona Tirkiyê de hate kuştin û cîgirê wê Gabî Şemûn jî birîndar bû.

20 Hezîran 2023 - 09:31
20 Hezîran 2023 - 09:31
 0
Hevseroka “Kantona Qamişlo” Yusra Derwîş di êrîşeke Tirkiyê de hat kuştin

Droneke Tirkiyê îro otomobîlek li ser rêya gundê Til Şiîr – Biyandor a li rojhilatê Qamişlo bombebaran kir û di encamê de hejmarek kes hatin kuştin û birîndar kirin.

Hat zanîn ku, Hevseroka “Kantona Qamişlo” Yusra Derwîş di êrîşa drona Tirkiyê de hatiye kuştin û cîgirê wê Gabî Şemûn jî birîndar bûye.

Ji aliyê vex we ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) îro belav kiribû, otomobîlek li ser rêya gundê Tel Şiîrê ji aliyê droneke Tirkiyê ve hat armanckirin, di encamê de jî 3 kadroyên Rêveberiya Xweser hatin kuştin.

Ev nûçe bi tevahî 1057 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:58:02