Mezlûm Ebdî Donald Trump pîroz kir

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî, Serokê Amerîkayê Donald Trump pîroz kir.

21 Çile 2025 - 07:01
21 Çile 2025 - 07:01
 0
Mezlûm Ebdî Donald Trump pîroz kir

Donald Trump sonda fermî xwar û bû serokê 47an ê Amerîkayê.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî, bi rêya hesabê xwe yê Xê Donald Trump pîroz kir.

Mezlûm Ebdî bal kişand ser têkbirina terorê û got, “Em dikarin bi hev re ji bo gelên xwe paşerojeke çêtir ava bikin.”

Peyama Mezlûm Ebdî ya pîrozkirinê bi vî rengî ye:

“Em li benda berdewamkirina hevkariyê ne”

“Li Serok Donald Trump pîroz be.

Em ji bo dabînkirina aramiyê, têkbirina terorê û piştgiriya aştiyê ya li Bakurrojhilatê Sûriyeyê li benda berdewamkirina hevkariyê ne.

Em dikarin bi hev re ji bo gelên xwe paşerojeke çêtir ava bikin.”

 

Ev nûçe bi tevahî 550 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:34:41