Mîrê Êzidiyan bi Çavuşoglu re behsa girîngiya cibicîkirina Peymana Şingalê dike

Mîrê Êzdiyan li Iraq û cîhanê Hazim Tehsîn Seîd bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re civiya û behsa giringiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê di navbera Bexda û Hewlêrê de kir.

28 Berfanbar 2022 - 05:27
28 Berfanbar 2022 - 05:27
 0
Mîrê Êzidiyan bi Çavuşoglu re behsa girîngiya cibicîkirina Peymana Şingalê dike

Mîr Hazim Tehsîn Seîd ku di heman demê de Serokê Desteya Bilind a Ruhanî ya Êzîdiyan e îro Çarşemê li Enqerê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê re civiya.

Her du aliyan çend dosyayên girîng gotûbêj kirin, ji wan jî mijara jenosîda Êzidiyan li ser destê DAIŞê di 3ê Tebaxa 2014an de.

Di vê derbarê de, Mîrê Êzdiyan tekezî li ser giringiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê di navbera Bexda û Hewlêrê de kir, ji bo bidawîkirina nakokiyan li wir û vegerandina ewlehî û aramiyê bo navçeyê.

Her wiha bal kişand ser karesata ku Êzidiyan û mijara revandiyan û da zanîn ku çarenivîsa bi hezaran ji wan heta niha ne diyar e.

Mîr Hazim amaje bi wê yekê jî kir ku Êzîdiyên koçber hîn jî di kampên koçberan de ne û daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê jî kir ku piştevaniya Êzîdiyên li kampên Tirkiyê û kampên Herêma Kurdistanê bike.

Ev nûçe bi tevahî 890 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:56:31