Mêrdîn: Zeyneb li kolanê hat kuştin!

Li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê Zeyneb Gula 31 salî dema li kolanê bi re ve diçû hat kuştin.

28 Berfanbar 2023 - 04:00
28 Berfanbar 2023 - 04:00
 0
Mêrdîn: Zeyneb li kolanê hat kuştin!

Bûyerê li navenda Mêrdînê rû da. Kes an kesên ku nasnameya wan hîn nehatiye diyarkirin bi çekan êrişî Zeynebê kir û reviyan.

Li ser agahdarkina xelkê, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê êrişê.

Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku Zeynebê li cihê êrişê canê xwe ji dest daye û termê wê veguhast morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdîne.

Li aliyê din, polîsan ji bo desteserkirina êrişkaran dest bi xebatan kir.

Ev nûçe bi tevahî 914 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:41:10