Namzeda hevserokatiya HDPê eşkere bû

Serpil Kemalbay li şûna Hevseroka HDPê ya berê Figen Yuksekdag bo hevserokatiyê wek namzed hat nîşandan.

19 Gulan 2017 - 09:24
19 Gulan 2017 - 09:24
 0
Namzeda hevserokatiya HDPê eşkere bû

Namzeda Hevserokatiya Partiya Demokratîk a Gelan endama MYKê Serpil Kemalbay hat nîşandan.

Piştî, Dadgeha Bilind ya Enqereyê endamtiya partiyê û parlamenteriya Figen Yuksekdag betal kir, partî neçar ma biçe kongreye. Cîgira Hevserokên HDPê û endamên MYKê Serpil Kemalbay bo hevserokatiyê wek namzed hat nîşandan.

Kemalbay di Kongreya Awarte ya di 20ê Gulanê de dê bibe namzeda hevseroka HDPê. Herwiha dê peywira Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş jî dewam bike.

Ev nûçe bi tevahî 1339 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:23:26