Times: Başûr û Rojava dibin Kurdistaneke yekgirtî û serbixwe

Li Herêma Kurdistanê xebat û hewldanên referandum û serxwebûnê her diçe zelal dibin û eleqeya çapemeniya navneteweyî ya ser Kurdistanê jî zêde dibe.

19 Gulan 2017 - 07:46
19 Gulan 2017 - 07:46
 0
Times: Başûr û Rojava dibin Kurdistaneke yekgirtî û serbixwe

Herî dawî nûçeya ku di rojnameya Amerîkayê ya navdar The Timesê de cih girt bal kişand.

Li gorî nûçeyeke Kurdistan24ê, rojnameya The Timesê behsa hewldan û xebatên serxwebûna Kurdistanê kir û ragihand ku ‘Rojavayê Kurdistanê' û ‘Başûrê Kurdistanê' wê bibin dewleteke serbixwe.

Hêjayî gotinê ye ku partiyên sereke yên Herêma Kurdistanê PDK û YNK ji bo encamdana referanduma serxwebûnê komîsyonek ava kirine û li gorî daxuyaniyên rayedarên Herêma Kurdistanê tê pêşbînîkirin ku di demsala payîzî de li herêmê dengdayîna referandumê were lidarxistin.

Ev nûçe bi tevahî 1380 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:43:01