Namzedê CHPyê yê Sûra Amedê li mala xwe kuştî hat dîtin

Namzedê CHPyê yê şaredariya navçeya Sûrê ya Amedê Abdulkadir Bedîr li mala xwe kuştî hat dîtin.

30 Avrêl 2024 - 07:03
30 Avrêl 2024 - 07:03
 0
Namzedê CHPyê yê Sûra Amedê li mala xwe kuştî hat dîtin

Namzedê CHPyê yê şaredariya navçeya Sûrê ya Amedê Abdulkadir Bedîr li mala xwe kuştî hat dîtin.

Tê gotin ku gule li serê wî ketiye.

Li gorî agahiyan Abdulkadîr Bedîr li malê bi tenê dijiya.

Xizmên wî yên ku jê agahî wernegirtine çûne mala wî û wan dîtiye ku gule li serê wî ketiye û miriye.

Li ser agahdarkirinên tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê  termê Bedîr ji bo otopsî bê kirin veguhast Saziya Tiba Edlî ya Amedê.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 990 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:53:58