Nêçîrvan Barzanî du projeyên girîng li Amêdîyê vekir

Serok wezîrên herêma Kurdistanê, îro serdana deverdarîya Amêdîyê kir û her yek ji projeyên tunêla Amêdîyê û ava wê nawçeyê li Dêrelokê vekirin.

14 Adar 2017 - 09:07
14 Adar 2017 - 09:07
 0
Nêçîrvan Barzanî du projeyên girîng li Amêdîyê vekir

Di duwem roja serdana xwe da bo parêzgeha Duhokê, îro Nêçîrvan Barzanî serok wezîrên herêma Kurdistanê, her yek ji projeyên tunêl û caddeya serekî ya Amêdîyê û dîsan projeya ava Amêdîyê li Dêrelokê vekirin.

Li gorî zanyarîyên War, proja stratejîk yên tunêl û caddeya serekî ya Amêdîyê du sal bûn kar li ser dihat kirin û kujmê 25 milyar dînaran lê hatine xerç kirin, herwesa projeya ava Amêdîyê jî ku di keve Dêrelokê, li sala 2012 dest bi avakirina wê hatîye kirin û 96 milyon dolaran bo hatibûn xerçkirin.

Projeya ava Amêdîyê li Dêrelokê ji bo 25 salan wê avê ji 4 nawçedarîyên deverdarîya Amêdîyê peyde bike û îro ji alîyê serokê hikûmetê ve hat vekirin.

Du rojin serok wezîrên herêma Kurdistanê bo haydarbûna rewşê û kem û kasîyan li parêzgeha Duhokê ye, doh jî digel berpirsên îdarî û kesayetîyên Êzîdî kom bibû, avahîya nû yê komelgeha dadwerîya Duhokê jî vekiribû.

Ev nûçe bi tevahî 1794 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:52:21