Nêçîrvan Barzanî Balyozê Brîtanyayê pêşwazî kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Irfan Sidîq û şande pê re pêşwazî kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pesnê asta pêwendiyên Brîtanyayê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê hat dayîn.
Her du aliyan teqezî li ser bihêzkirina pêwendiyan û xwesteka dualî ya ji bo berfirehkirina hevkariya hevbeş a di hemû waran de kir.
Her du aliyan serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Îraqê ji bo bipêşxistina demokrasiyê û bipêşvebirina proseya siyasî ya li welêt wek gaveke girîng bi nav kirin.
Her wiha di heman çarçoveyê de, pêşbînî û nêrînên xwe yên derbarê avakirina hikûmeta paşerojê ya federal a Îraqê anîn zimên.
Rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û çend mijarên din ên girîng ên hevbeş mijareke din a civînê bû.
Nûvekirina herî dawî: 14:16:00






































































































































































