Nêçîrvan Barzanî bi serok û nûnerên welatan re dicive

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bakuyê ye û beşdarî COP29ê dibe.

12 Mijdar 2024 - 12:21
12 Mijdar 2024 - 12:21
 0
Nêçîrvan Barzanî bi serok û nûnerên welatan re dicive

Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) li Bakuyê tê lidarxistin.

Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî ya Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev doh çû Bakuyê.

Serokê Herêma Kurdistanê îro li cihê konferansê ji aliyê Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev ve hat pêşwazîkirin.

COP29ê îro dest pê kir û dê heta 22yê mehê berdewam bike.

Tê pêşbînkirin ku Nêçîrvan Barzanî heta 15ê mehê li konferansê be.

Armanca sereke ya konferansê ew e ku di navbera aliyan de ji bo çareserkirina pirsgirêka guherîna avhewayê û rêlibergirtina germbûna gerdûnê lihevkirinek pêk were.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja yekem a COP29ê bi gelek lîder, serok û nûnerên cîhanî re civiya û temasên wî berdewam dikin.

 

Ev nûçe bi tevahî 571 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:58:50