Nêçîrvan Barzanî: Em tekez li ser parastin û kûrkirina çanda pêkvejiyana aştiyane dikin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya sersala nû ya koçî peyamek belav kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya sersala nû ya koçî peyamek belav kir û tê de ragihand, “Di vê boneya pîroz de, em tekezî li ser pêwîstiya parastin û kûrkirina çanda pêkvejiyana aştiyane, hevpejirandin û lêborînê di navbera hemû pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê de dikin.”
Di peyama Serokê Herêma Kurdistanê de wiha hat gotin: "Ez bi germî 1'ê Muherremê û sersala koçî li hemû xwişk û birayên misilman ên li Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Hêvîdar im sala nû ji bo hemû mirovatiyê bibe sala xêr û xweşiyê û ji bo her kesî bibe sala serkeftin û bextewariyê.”
Nêçîrvan Barzanî ragihand jî: “Di vê boneya pîroz de, em tekez li ser pêwîstiya parastin û kûrkirina çanda pêkvejiyana aştiyane, hevpejirandin û lêborînê di navbera hemû pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê de dikin û em hemû bi hev re ji bo niha û paşerojeke baştir bo gelê xwe û welat kar dikin.”
Nûvekirina herî dawî: 10:05:50