Nêçîrvan Barzanî ji Tirkiyeyê re sersaxî xwest

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo wan leşkerên ku Tirkiyeyê yên li şikefteke Herêma Kurdistanê ji ber gaza metanê miribûn sersaxî ji Tirkiyeyê re xwest.

9 Tîrmeh 2025 - 11:13
9 Tîrmeh 2025 - 11:13
 0
Nêçîrvan Barzanî ji Tirkiyeyê re sersaxî xwest

Wezareta Parastina Tirkiyeyê doh ragihandibû ku 19 leşkerên wan li şikefteke Herêma Kurdistanê ji ber gaza metanê jehrîbûne û 12 leşker ji wan mirine.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku Nêçîrvan Barzanî nameyeke hevxemiyê ji Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re şandiye û sersaxî ji malbat û kesûkarên wan leşkerên Tirk xwestiye.

Li gorî daxuyaniyê Nêçîrvan Barzanî di nameya xwe de her wiha hevxemiya xwe nîşan daye û hêviya başbûneke bil ez ji bo birîndaran xwestiye.

Serokê Herêma Kurdistanê di nameya xwe de her wiha tekezî li berdewamiya hevkariya hevbeş a navbera her du aliyan kiriye ji bo pêkanîna aştî û parastina asayîş û seqamgiriyê li herêmê.

 

Ev nûçe bi tevahî 25 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:56:51