Nêçîrvan Barzanî sala nû ya Sabîeyê Mendayî pîroz kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan bi helkefta sala nû ya Sabîeyê Mendayiyan, peyamek belav kir û hêvî xwest ku sala nû bibe wesîleya bihêzkirina lêborîn û pêkve jiyanê.

17 Tîrmeh 2023 - 02:48
17 Tîrmeh 2023 - 02:48
 0
Nêçîrvan Barzanî sala nû ya Sabîeyê Mendayî pîroz kir

Sabîeyê Mendayî ku li bajarên weke ê Başûrê Kurdistanê û Bexda, Meysan, Nasiriye, Besra û Dîwaniyeyê yên Iraqê dijîn, îsak li gorî salnameya heyvê ya Sabîeyê sala nû di meha Tîrmehê de pîroz dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta hatina sersala nû ya Sabîeyê Mendayiyan peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Nêçîrvan Barzanî got: “Hêvî dikim ev cejn bi xêr û bereket bê pîrozkirin û bibe cejnek ku hemû civakên welat teşwîq bike da ku lêborîn û bihevre jiyanê bihêztir bikin.”

Ev nûçe bi tevahî 510 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:28:48