Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransayê pirsgirêkên navxweyî nirxandin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransayê yê Îraqê Patrick Durel pirsgirêkên navxweyî gotûbêj kirin.

2 Hezîran 2026 - 10:42
2 Hezîran 2026 - 10:42
 0
Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransayê pirsgirêkên navxweyî nirxandin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Balyozê Fransayê yê Îraqê Patrick Durel qebûl kir.

Pêwendiyên dualî û rewşa siyasî

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de pêwendiyên Fransayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hatin gotûbêjkirin.

Her wiha rewşa siyasî ya Îraqê û avakirina hikûmeta federal hatin nirxandin.

Her du aliyan tekezî li ser hevkariya hêzên siyasî kir.

Wan diyar kir ku ji bo parastina ewlehî, aramî û serweriya welêt divê hevahengî hebe.

Pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê

Her du aliyan li ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê bîr û ramanên xwe anî ziman.

Wan hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî nirxandin.

Her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêkên hene diyalog û lihevkirina Hewlêr û Bexdayê bi pêwîst dîtin.

Rûdanên li herêmê

Rûdamîm dawî yên herêmî û rewşa herêmê bûn mijareke din a hevdîtinê.

Her du alî li ser çareserkirina aştiyane ya pirsgirêk û nakokiyan hemfikir bûn.

Wan bal kişand ser girîngiya parastina aramî û ewlehiyê.

 

Ev nûçe bi tevahî 31 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:11:05