Nêçîrvan Barzanî û Jan Kubis proseya siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê guftûgo dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Şanderê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jan Kubis û şanda pê re kir.

8 Mijdar 2018 - 02:54
8 Mijdar 2018 - 02:54
 0
Nêçîrvan Barzanî û Jan Kubis proseya siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê guftûgo dikin

Li gor nûçeya malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de proseya siyasî ya Iraqê hat guftûgokirin û her du aliyan hêvî xwast rewşa Iraqê ber bi pêş ve biçe û kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê bikare daxwaz, maf û xizmetguzariyan ji hemû pêkhateyên Iraqê re peyda bike û aliyê Kurdî di wê derbarê de roleke bihêz û bibandor dê hebe û dê hevkar be ji bo cibicîkirina mafên tevahiya pêkhateyan.

Di beşeke din a hevdîtinê de, behsa rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê, hilbijartinan û birêveçûna yekem rûniştina Parlemantoyê hat kirin û tekezî li ser hilbijartina Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê kirin, ta ku di pişt re pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmetê bên avêtin û hikûmetek pêk bê ku rengvedana daxwaza alî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê be.

Guftûgokirina rewşa navçê bi giştî û çend babetên girêdayî bi Iraq û Herêma Kurdistanê ve, aliyekî din ê hevdîtinê bû.

Ev nûçe bi tevahî 939 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:40:28