Nêçîrvan Barzanî û Reîsî: Divê pêwendiyên Îran û Herêma Kurdistanê werin bipêşxistin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî got ku divê pêwendiyên Îran Herêma Kurdistanê werin bipêşxistin.

6 Gulan 2024 - 09:24
6 Gulan 2024 - 09:24
 0
Nêçîrvan Barzanî û Reîsî: Divê pêwendiyên Îran û Herêma Kurdistanê werin bipêşxistin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendineke fermî li Tehrana paytexta Komara Îslamî ya Îranê ye.

Destpêkê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî hevdîtinek kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir, her du aliyan daye zanîn ku divê pêwendiyên Îranê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re li gorî “hîmên cîrantiya baş, berjewendiyên hevpar, bilindkirina asta bazirganiyê û pêwendiyên aborî” werin bipêşxistin.

Serokatiyê ragihand ku Barzanî û Reîsî pesnê “pêwendiyên kûr û dîrokî yên Îran û Herêma Kurdistanê” daye.

Îbrahîm Reîsî bi bîr anî ku Herêma Kurdistanê ji bo Îranî herin cihên pîroz ên li başûrê Îraqê, li deriyên sînorî hêsankariyan dike û ji bo vê yekê jî spasiya Herêma Kurdistanê kir.

Nêçîrvan Barzanî jî ji bo alikariyên ku dide Îraq û Herêma Kurdistanê spasiya Îranê kir.

Reîsî û Barzanî herwiha diyar kir ku ji bo parastina aramî û ewlehiya herêmê divê hevahengî û alîkariyên hevbeş ên Îranê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê berdewam bikin.

 

Ev nûçe bi tevahî 943 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:20:49