Nêçîrvan Barzanî: Zimanê me hebûna me ye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir, “Zimanê me hebûna me ye.”

21 Sibat 2025 - 13:36
21 Sibat 2025 - 13:36
 0
Nêçîrvan Barzanî: Zimanê me hebûna me ye

Îro 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê ye.

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) 17 Çiriya Paşîn a 1999an, 21ê Sibatê wekî “Roja Zimanê Dayîkê ya Cihanê” qebûl kir.

“Zimanê me hebûna me ye”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya hesabê xwe yê Xê bi wesîleya vê rojê peyamek belav kir û got:

“Zimanê me hebûna me ye.

Di Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê de, giringiya pêşvebirina zimanê şêrîn ê Kurdî û zimanên hemû pêkhateyên Kurdistanê tekez dikim.

Ziman bingeheke sereke ya nasnameya neteweyî, niştimanî û çandî ya me ye, divê em bi her awayî biparêzin û girîngî û bihayê pêwîst bidin pêşxistina zimanê xwe.”

 

Ev nûçe bi tevahî 1318 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:26:52