Mesrûr Barzanî: Hinardekirina petrolê destkefteke mezin e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku Amerîka ji bo peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê ya hinardekirina petrolê de piştgireke mezin bû û roleke girîng lîst.

27 Îlon 2025 - 11:02
27 Îlon 2025 - 11:02
 0
Mesrûr Barzanî: Hinardekirina petrolê destkefteke mezin e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, “Peyman destkefteke mezin e ji bo hemû xelkê Îraqê, bi taybetî jî ji bo Herêma Kurdistanê.”

Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û hejmarek kesayetiyên olî, Konferansa Salvegera Nîqiyeyê li Hewlêrê hat lidarxistin.

Mesrûr Barzanî destpêka konferansê gotarek pêşkêş kir û anî ziman:

“Hêvîdar im ku encamên vê konferansê di xizmeta bihêztirkirina çanda bihevrejiyana aştiyane û qayîmkirina bingehên aştî, lihevhatin û biratiya di navbera hemû pêkhateyan de be.”

Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku bihevrejiyana aştiyane taybetmendiya Herêma Kurdistanê ye û got:

“Bêguman ev çand pêwîstî bi qayîmkirin û dewlemendkirinê heye ku erkê me hemûyan e di vê çarçoveyê de çi ji destê me bê em bikin.”

Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir û da zanîn:

“Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê di çesipandina bingehên bihevrejiyana aştiyane û azadiya olî, lihevhatin û dostaniya di navbera pêkhateyên Kurdistanê de berdewam be.”

Mesrûr Barzanî diyar kir ku hikûmet dê pêbendî parastina “pirrengiya olî û çandî” be û wiha pê de çû:

“Di vê çarçoveyê de em di piştgirî û parastina zimanên Siryanî, Kildanî, Asûr û Aramî de berdewam in.”

Mesrûr Barzanî da zanîn ku nêzîkî 50 dibistan li Herêma Kurdistanê hene ku xwendekar tê de bi zimanê Siryanî dixwînin û anî ziman:

“Di demeke nêzîk de dê çar dêrên nû li Hewlêr û Dihokê werin vekirin.”

“Peymana hinardekirina petrolê destkefteke mezin e”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di beşeke din a axaftina xwe de, behsa peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê ya ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de kir û ew wekî “bûyereke dîrokî” bi nav kir.

Mesrûr Barzanî got, “Ev peyman li gel hikûmeta federal, destkefteke mezin e ji bo hemû xelkê Îraqê, bi taybetî jî ji bo Herêma Kurdistanê.”

Barzanî amaje bi rola Amerîkayê ya di serkeftina peymanê de kir û anî ziman:

“Piştgiriyeke mezin bû ji bo serkeftina pêvajoyê.

Hêvîdar im ev peyman bibe sedema bipêşxistina binesaziya aborî û di xizmeta hemû welatiyan de be.”

Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji Adara sala 2023yan ve û di encama biryareke Dadgeha Tehkîmê ya Parîsê de, bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê hatibû rawestandin ku wê demê li gel petrola Kerkûkê, rojane nêzîkî 400 hezar bermîl dihat hinardekirin.

Piştî peymana Hewlêr û Bexdayê ya li ser şêwaza hinardekirinê û rêkeftina sêalî ya li gel kompanyayan, îro careke din hinarde dest pê kir.

Di qonaxa yekem de dê rojane 190 hezar bermîl were hinardekirin û 24 heta 48 saetan digire ku petrol bigihêje Bendera Ceyhanê.

 

Ev nûçe bi tevahî 29 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:40:18