Hevserokê HSDê Sezaî Temellî li Hewlêrê ji rojnamevanan re axivî û ragihand, ji zû de me dixwast serdana Herêma Kurdistanê bikin, lê ji ber rewşa Tirkiyê û keşûhawaya siyasî ya neasayî, zehmet bû derfet bê dîtin.
Derbarê armanca serdanê de Temellî da zanîn: Ev serdan ji bo me gelekî girîng e ji ber ku li cîhanê pirsa herî girîng a Rojhilata Navîn e û çareserkirina pirsa Rojhilata Navîn girêdayî bi çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Siyaseta Cîhanê îro li Tirkiyê, Başûr û li Rojavayê Kurdistanê diyar dibe.
Herwiha got: Ji bo HDPê hem ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyê û hem ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn, xwedî berpirsyariyekê ne û ev serdana me berî her tiştî ji bo aştiyê bînin Rojhilata Navîn.
Amaje bi wê yekê kir: Serdana me jî pîrozbahiyê li Birêz Nêçîrvan Barzanî di erkê xwe yê nû wek Serokê Herêma Kurdistanê bikin û serkeftinê ji Parlemana Kurdistanê re bixawzin.
Hevserokê HDPê behsa rola Serok Barzanî kir û got: Birêz Masûd Barzanî pêşeng û serokekî Kurd ê girîng e û di çarçova siyaseta Tirkiyê û Başûrê Kurdistanê de dixwazin pêwendiyê bi wî re bikin. Herwiha dixwazin pêwendiyê bi hemû aliyên siyasî û saziyên vî welatî re danûstandinê bikin.