Roja yekê ya cejna Remezanê li Herêma Kurdistanê hat diyarkirin

Lijneya Bilind a Dîtina Heyvê li Wezareta Ewqafê û Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “İro (Sêşem, 09ê Nîsana 2024ê) temamkera meha Remezanê ye û sibe (Çarşem, 10ê Nîsana 2024ê) roja yekê ya cejna Remezanê ye li Herêma Kurdistanê”.

09.04.2024, Sal - 10:07

Roja yekê ya cejna Remezanê li Herêma Kurdistanê hat diyarkirin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Ewqafê û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq duh(Duşem, 08ê Nîsana 2024ê) di konfiranseke rojnamevanî de ragehand, “Ji ber ku li deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê heyv nehatiye dîtin, iro (Sêşem, 09ê Nîsana 2024ê) dibe roja 30ê ya Remezanê û roja Çarşemê dibe roja yekê ya cejna Remezanê li Herêma Kurdistanê”.

Deqê peyama Wezîrê Ewqafê û Karûbarên Olî:

Bi navê Xudayê mezin û dilovan

Lijneya Bilind a Dîtina Heyvê ya Wezareta Ewqafê û Karûbarên Olî îro (Duşem, 08ê Nîsana 2024ê) civiya, taybet ji bo diyarkirina roja yekê ya cejna Remezana pîroz, herwesa li dû belgeyên destûrî yên dîtina heyvê û hevahengiya me bi lijneyên lawekî re ji bo çavdêrîkirina heyvê li ser astê hemî parêzge û îdareyên serbixwe yên Herêma kurdistanê, herwesa li dû belgeyên feleknasiyê li Herêma Kurdistanê û ji ber nebûna belgeyên destûrî yên durist, Lijneya Bilind a Dîtina Heyvê radigehîne, “Sibe (Sêşem, 09ê Nîsana 2024ê) temamkera meha Remezana pîroz e, dusibe (Çarşem, 10ê Nîsana 2024ê) roja yekê ya cejna Remezanê ye li Herêma Kurdistanê”.

 

Vî nûçeyê tevayî: 135 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:34:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x