Washington: Nûnerên Kurd dê beşdarî civînên Komîteya Bilind a Hevahengiyê bibin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand ku nûnerên Herêma Kurdistanê dê beşdarî civînên Komîteya Bilind a Hevahengiyê ya Amerîka-Îraqê bibin.

9 Avrêl 2024 - 07:10
9 Avrêl 2024 - 07:10
 0
Washington: Nûnerên Kurd dê beşdarî civînên Komîteya Bilind a Hevahengiyê bibin

 Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê amajeyê dide destpêkirina civînên Lijneya Bilind a Hevahengiyê ya Amerîka û Îraqê û radigehîne, “Nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dê tevlî danûstandinan bibin”.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller duh (Duşem, 08ê Nîsana 2024ê) ragehand, “Amerîka piştevaniya Kurdistaneke bihêz û xweragir di çarçoveya Îraqeke federalî ya seqamgir û serwer û parastî de dike”.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê got, “Civînên Lijneya Bilind a Hevahengiyê ya Amerîka û Îraqê Duşema bê balê dikişîne ser karên me yên dualî yên pêşiyê û peywendiyên berfireh ên navbera her du welatan, ji wan jî serxwebûna enerjiyê, çaksaziya aborî, dabînkirina xizmetkariyan ji bo Îraqê û bihêzkirina demokrasiyê tevî bihêztirkirina peywendiyan di warên perwerde û çandî de”.

Matthew Miller amaje jî da, “Em daxwazê ji Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê her duyan dikin ku bizavên xwe ji bo çarekirina arêşeyên kevin du carkî zêde bikin, ku feydeyê aborî ji bo tevaya Îraqê hebe”.

 

Ev nûçe bi tevahî 420 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:48:51