Nêçîrvan Barzanî: Berpirsiyariya herî mezin a gihandina Kurdistanê bo kenarekî aram, dikeve ser milê PDKê
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî bi boneya 79emîn salvegera damezrandina partiyê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî îro 16ê Tebaxê di peyama xwe de bi rêzdarî Barzaniyê Nemir, damezrînerê PDKê û rêberê ruhanî yê gelê Kurdistanê, tevî hemû qehreman, şoreşger û Pêşmergeyên ku ji bo azadiya Kurdistanê canê xwe bexş kirine, bibîr anîn. Herwiha soza berdewamiya kar û xebatê ji bo pêkanîna armancên bilind ên PDKê û bidestxistina mafên gelê Kurdistanê dubare kir.
Nêçîrvan Barzanî amaje bi şert û mercên damezrandina PDKê kir û got: "PDK berî 79 salan, di rewşeke aloz û dijwar a wê serdemê de weke pêwîstiyeke jiyanî hate damezrandin, da ku bi serfirazî rêberî û serkêşiya gelê Kurdistanê ber bi azadiyê ve bike. Niha jî li gorî dîrok, amadebûn, rol û pêgeha xwe ya li ser qada Kurdistanê, berpirsiyariya herî mezin ji bo gihandina gelê Kurdistanê bo kenarekî aram, dikeve ser milê PDKê."
Cîgirê Serokê PDKê tekezî li ser rola PDKê ya di yekrêziyê de kir û got, berpirsiyariya dîrokî û niştimanî ya PDKê wiha dixwaze ku "pêşengiya bihêzkirina yekrêzî, hevgirtin û pêkvejiyanê bike, aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê li hev kom bike û ji bo derbaskirina kêşe û nakokiyan destpêşxer be, da ku di rûbirûbûna gef û astengiyan de rêbertiya Kurdistanê bike û wan veguherîne derfet û xizmetê." Destnîşan kir jî, PDK weke her carê amade ye di vê rêyê de her cure qurbaniyê bide.
Di dawiya peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser pêwîstiya nûbûnê û got: "Weke ku di hemû kêşe û dijwariyên dîrokê de PDK serkeftî û serfiraz ma, her wisa dê bi aqilmendî û îradeyeke bihêz berdewam be heta ku hêvî û xewnên gelê Kurdistanê pêk bîne. Ji bo vê yekê, divê em bi berdewamî xwe li gel pêşketin, ruhê serdemê û pêdiviyên wê nû bikin û PDK weke her carê bibe hêvî, garantî, ruh û dînamoya pêşketina gelê Kurdistanê."
Nûvekirina herî dawî: 15:59:21