HSD: Me çar endamên xwe ji destê DAIŞê rizgar kirin

Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê ya ser bi HSDê ve ragihand, di operasyonekê de 4 endamên xwe ji destê DAIŞê rizgar kirin.

16 Tebax 2025 - 14:57
16 Tebax 2025 - 14:57
 0
HSD: Me çar endamên xwe ji destê DAIŞê rizgar kirin

Li gorî daxuyaniyê, roja Çarşema borî, li bajarokê Xeranîc ê rojhilatê Dêrezorê, komek ji çar şervanên Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê rastî êrîşeke terorîstî hatin û hatin revandin, ku ji bo wergirtina dermanan li dermanxaneyekê bûn. 

Di daxuyaniyê de hat gotin, hêzên wan operasyoneke bilez û hûr lidar xist, 4 endamên xwe rizgar kirin. Diyar kir jî, di encama operasyonê de, çekdarek ji êrîşkaran hatiye kuştin û sê kesên din jî birîndar bûne.

Herwiha Encûmenê ragihand, ji bo zelalkirina bûyerê û diyarkirina berpirsiyaran, lêpirsîneke bilez û berfireh hatiye destpêkirin. Hat tekezkirin ku heta lêpirsîn bi dawî nebe, zanyariyên hûrgilî dê neyên parvekirin.

Di dawiya daxuyaniyê de, Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê her hewldanek ji bo têkdana ewlekarî û aramiya herêmê red kir û soza xwe ya ji bo şopandina terorê li her derê dubare kir. 

Ev nûçe bi tevahî 35 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:59:17