Serok Mesûd Barzanî îro 28ê Cotmeha 2023an, pêşwazî li Balyozê Fransa li Iraqê Eric Chovalier kir.
Di hevdîtinê de, Balyozê Fransa li Iraqê silavên Serokê Fransayê Emmanuel Macron gihandin Serok Barzanî. Herwiha guftûgo li ser rewşa siyasî û rûdanên li navçeyê û eger û metirsiyên qonaxa bê hatin kirin.
Pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de, mijareke din a hevdîtinê bû û hewlên ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatin nirxandin.
Balyozê Fransa li Iraqê destxweşî li biryara Serok Barzanî ya dayîna baregeha Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bo zanîngeha Kerkûkê bi mebesta aramkirina rewşê kir û ew bi biryareke hişmend binav kir.