Serok Barzanî ligel nûnerên pêkhateyên Kerkûkê civiya

Serok Barzanî di civîna ligel nûnerên pêkhateyên cuda cuda yên parêzgeha Kerkûkê de tekezî li ser pêkvejiyan û biratiya navbera pêkhateyên Kerkûkê kir.

14.09.2023, Per - 14:22

Serok Barzanî ligel nûnerên pêkhateyên Kerkûkê civiya
Nuçe Belav bike

Serok Barzanî di civîna ligel nûnerên pêkhateyên cuda cuda yên parêzgeha Kerkûkê de tekezî li ser pêkvejiyan û biratiya navbera pêkhateyên Kerkûkê kir û wek pêwîst jî dibîne ku kêşe û girift bi rêya diyalog û li gor yasa û destûrê bêne çareserkirin.

Roja Pêncşemê 14ê Îlona 2023an, Serok Barzanî li Selahedîn ligel nûnerên pêkhateyên cuda cuda yên parêzgeha Kerkûkê civiya.

Di civînê de amadebûyên civînê fikr û ramanên xwe li ser bûyerên van demên dawî yên Kerkûkê û rewşa giştî ya parêzgeha Kerkûkê û metirsî û gefên li ber seqamgîrî û pêkvejiyana parêzgeha Kerkûkê pêşkêş kirine.

Her di vê civînê de Serok Barzanî ronahî xistiye ser rewşa Kerkûkê û tekezî li wê yekê kiriye ku Kerkûk bajarê pêkvejiyan û biratiyê ye û divê hemû alî di îdarekirin û avakirina siberoja wî bajarî de beşdar bin û wek pêwîst jî dibîne ku kêşe û girift bi rêya diyalog û li gor yasa û destûrê bêne çareserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 369 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:39:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x