Amerîka û Talîbanê girtî bi hev guhertin

Amerîka, ji bo hemwelatiyekî xwe yê di destê Talîbanê de wekî rehîn û dîl dihate girtin rizgar bike, li hember wî hemwelatiyê xwe rayedarekî Talîbanê yê asta bilind şande welatê wî.

19.09.2022, Pts - 13:38

Amerîka û Talîbanê girtî bi hev guhertin
Nuçe Belav bike

Wekîlê Wezîrê Derve yê Talîbanê Emîrxan Mutakî li gel Hecî Beşîr Nurzey ê ji aliyê Amerîkayê ve hat azad kirin, li paytexta Afganîstanê Kabulê civîneke çapemeniyê lidarxistin.

Mutakî ragehand, li hember azad kirina Nurzey hemwelatiyê Amerîkayê yê bi navê Mark Frerichs azad kirine.

Mutakî ragehand bi vê gav avêtinê ve di pêwendiyên Amerîka û Afganîstanê de demekî nû dê destpê bike û diyar kir, hin tişt bi zorê û bi rêya şer ti encamekî wan nabe.

Mutakî ragehand, çareseriya hemû pirsgirêkan bi guftûgoyê dikare pêkbê û diyar kir, Amerîka û hevpeymanên xwe 20 salan li Afganîstanê şer kirin, lê pêşde neçûn û ji ber wê mijarên herî giran jî bi axaftinê tên çareser kirin.

Di heman civînê de girtiyê Talîbanê yê hatî azad kirin Nurzey jî ragehand, bi hev guhertina girtiyan dê bibe vesîla aştiyê di navbera herdu welatan de.

Hecî Beşîr Nurzey wek kesekî nêzîkî damezrînerê Talîbanê Mola Omer tê zanîn û sala 2005ê bi tometa bayê 50 milyon dolar madeyên hişber veguhestiye Amerîkayê hatibû girtin û sala 2009ê de jî ji aliyê dadgehekî New Yorkê ve cezayê heta hetayî yê girtîgehê jê re hatibû dayîn.

Hemwelatiyên Amerîkî Mark Frerichs di meha Çile ya sala 2020ê de ji aliyê grubekî Talîbanê ve hatibû girtin û hatibû ragehandin ku dîl hatiye girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 342 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:15:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x