Li Siûdiyê agir bi otobusa ziyaretvanên Umrê ket: Herî kêm 20 mirî

Li Erebîstana Siûdiyê otobusa ziyaretvanên Umreyê qeza kir û di encamê de herî kêm 20 kesan canê xwe ji dest da û 29 kesên din jî birîndar bûn.

28.03.2023, Sal - 07:42

Li Siûdiyê agir bi otobusa ziyaretvanên Umrê ket: Herî kêm 20 mirî
Nuçe Belav bike

Li gor medyaya Erebîstana Siûdiyê, li rojavayê bakurê wî welatî di navbera herdu bajarên Abha û Muhayil Asirê otobusa ku frêna wê têk çûyî li pirekê qelibî.

Otobusa ku ziyaretvanên Umreyê tê de bûn, ji ber qezayê agir pê ket û di encamê de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 29 kesên din jî birîndar bûn.

Ji aliyê din ve li gor nûçeyên medyaya Yemenê, otobusa ku qulibî ziyaretvanên Umreyê yên wî welatî tê de bûn.

Derbarê mijarê de hêj ti aliyek fermî daxuyaniyek nedaye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 275 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:01:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x