Gelo polîtîkaya Trump a Sûriyeyê diguhere? Barrack behsa 'nenavendîbûnê' kir

Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barrack piştî zêdebûna tundiya li dijî pêkhateyan, sînyala guherîna polîtîkayê da.

25 Tebax 2025 - 11:07
25 Tebax 2025 - 11:07
 0
Gelo polîtîkaya Trump a Sûriyeyê diguhere? Barrack behsa 'nenavendîbûnê' kir

Piştî ku Thomas Barrack got, "Li şûna dewleteke navendî, divê sîstemeke ku her kes karibe çanda xwe biparêze were fikirîn," tê gotin ku dibe ku hevsengiya li Şamê were guhertin.

Li gorî rojnameya Washington Postê, zêdebûna tundiya li dijî pêkhateyan a li Sûriyeyê, dibe sedem ku Amerîka di helwesta xwe de guhertineke girîng bike.

“Divê li Sûriyeyê alternatîvên dewleteke navendî werin fikirîn”

Birêvebiriya Serokê Amerîkayê Donald Trump ku berê piştgiriyeke xurt dida hewlên Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ên ji bo yekîtiya welêt, niha bi zimanekî cuda diaxive.

Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barrack, piştî bûyerên xwînî yên li Siwêdayê qebûl kir ku "pêwîst e Sûriye li alternatîvên dewleteke navendî ya xurt bifikire."

Barrack meha borî ji komek rojnamegeran re axivîbû û gotibû:

"Ne federasyonek lê tiştekî di bin wê re, sistemeke ku rê bide her kesî ku yekitî, çand û zimanê xwe biparêze û gefa Îslamîzmê tê de nebe hebe."

Ev daxuyanî, wekî yekem bertek û fikara navneteweyî ya herî cidî ya li hemberî vîzyona Ehmed Şer a avakirina dewleteke bihêz a navendî tê şîrovekirin.

Barrack her wiha got, "Ez bawer im her kes dibêje ku divê em rêyeke maqûltir bibînin," û bi vî awayî amaje pê kir ku nêzîkatiya heyî nikare berdewam bike.

Sedema banga Amerîkayê

Li pişt sînyala guhertina polîtîkaya Amerîkayê, bûyerên tundiyê yên li dijî Elewî û Durziyan ên li herêmên cuda yên Sûriyeyê hene.

Meha borî li bajarê Siwêdayê ku piraniya şêniyên wê Durzî ne, di bûyeran de zêdetirî hezar kesî jiyana xwe ji dest da û hat diyarkirin ku çekdarên ser bi hikûmetê ve jî tevlî kiryarên hovane yên li dijî sivîlan bûne.

Beriya van bûyeran, meha adarê jî li herêma beravê ku wekî keleha kêmîneya Elewuyan tê zanîn, di bûyerên tundiyê de ku hêzên hikûmetê û komên çekdar li ser bingeha mezhebî sivîl kiribûn hedef, herî kêm hezar û 400 kes hatibûn kuştin.

Vê pêla tundiyê di nav civakên Durziyan, Elewî û Kurdan de li hemberî rêveberiya nû bêbawerî û dûrbûneke kûr çêkiriye.

Li van herêman daxwazên xweseriyê û nenavendîbûnê roj bi roj bi bilindtir dibin.

Ev rewşa bêbaweriyê, aloziya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku li Rojavayê Kurdistanê û rojhilatê Sûriyeyê devereke berfireh kontrol dike û hikûmeta Şamê de jî zêde dike.

Peymana ku di navbera her du aliyan de ji bo entegrekirina saziyan a di nav dewleta Sûriyeyê de hatibû kirin, ji ber nakokiyên li ser asta xweseriyê hîn nehatiye bicihkirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 39 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:04:42