Nicolas Maduro dê îro 8ê Hezîranê demjimêr 4:30ê piştî nîvro li Koşka Serokkomariyê ji aliyê Erdogan ve bi merasîma fermî bê pêşwazîkirin.
Erdogan û Maduro di civînê de ku demjimêr 4:45an destpê dike dê peywendiyên Tirkiyê û Venezuelayê gotûbêj bikin û tê çaverêkirin piştî civînê di warê aborî de hejmarek girêbest bên îmzekirin.
Erdogan û Maduro dê piştî civînê konferanseke rojnamevaniyê ya hevbeş saz bikin