NY: Divê pirsgirêk bi diyalogê were çareserkirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Brazanî pêşwazî li nûnerê NY li Iraqê Jan Kubis kir.

7 Mijdar 2017 - 07:00
7 Mijdar 2017 - 07:00
 0
NY: Divê pirsgirêk bi diyalogê were çareserkirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dema pêşwazîkirina li Nûnerê Taybet yê NY li Iraqê Jan Kubis û şanda pê re, ragihand, pêwîst e her aliyek hewla bidawîbûna wan aloziyan bide û li şûna wê, dest bi diyalogeke cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de bê kirin.

Îro Serokewzîr Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li nûnerê NY li Iraqê Jan Kubis kir. Di civînê de Barzanî û Kubis behsa pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.

Jan Kubis daxwaz ji Hewlêr û Bexdayê kir ku xwe ji şer û aloziyê dûr bigirin û kêşeyên xwe bi diyalog û rêbazên aştiyane çareser bikin.

Nêçîrvan Barzanî jî diyar kir ku tekane rêya çareserkirina arîşe û nakokiyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê, diyalog û gotûbêj e, Herêma Kurdistanê jî amade ye bi Bexdayê re dest bi diyalogê bike.

Ev nûçe bi tevahî 1594 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:46:37