PÎA: Di navbera me û DEM Partiyê de tifaq pêk nehat

Partiya Însan û Azadî (PİA) da zanîn ku tifaqa wan a bi HDPre hatibû avakirin, piştî hevdîtinan biryar hatiye dayîn ku li gel DEM Partî berdewam neke.

19 Sibat 2024 - 08:48
19 Sibat 2024 - 08:48
 0
PÎA: Di navbera me û DEM Partiyê de tifaq pêk nehat

Partiya Însan û Azadî li Diyarbekirê derbarê tifaqa wan a li gel HDPê de daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Partiya Însan û Azadî Ahmet Kaya ve hat xwendin.

Ahmet Kaya da zanîn, wan 3 roj berê bi rayedarên DEM Partiyê re hevdîtin kirine û rayedarên DEM Partiyê gotine ew nafikirin ku tifaqa 2019an de ya bi PÎA re hatî kirin bidomînin û li şûna tifaqê, ew dixwazin hevkariyê bikin.

Ahmet Kaya amaje bi wê jî kir, li ser vê yekê jî derketiye holê ku DEM Partî qet nûnertiyekê nade PÎA û li ser vê yekê jî tifaq bidawî hatiye. Helwesta PÎA ya di hilbijartinên şaredariyan de jî dê rojên pêş de were ragihandin.

Ev nûçe bi tevahî 1174 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:17:04