PAK: Cejna Êzî ya Kurdên Êzidî pîroz be

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) bi peyamekê Cejna Êzî ya Kurdên Êzidî pîroz kir.

16 Berfanbar 2022 - 04:13
16 Berfanbar 2022 - 04:13
 0
PAK: Cejna Êzî ya Kurdên Êzidî pîroz be

Peyama PAKê de ev gotin hatin rêzkirin:

Îro Cejna Rojiyê ya Kurdên Êzidî ye, Cejna Êzî ye.

Hêvî dikin ku ev cejn bibe destpêka alandina hemû êş û elemên hemû xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî.

Em di wê bawerîyê de ne ku Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bicîh anîna hemû mafên Kurdên Êzidî, ji bo alandina hemû êşên xuşk û birayên me yên Êzidî dê bernameyên taybet bicîh bînin.

Em cejna Êzî ya xuşk û birayên xwe yên Kurdên Êzidî yên li Kurdistanê û yên li hemû cîhanê pîroz dikin.

Ev nûçe bi tevahî 1084 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:35:13