Parlemantoya Iraqê hikûmeta nû bi 14 wezîran pesnd kir

Parlemantoya Iraqê kabîneya hikûmî ya Adil Ebdilmehdî bi 14 wezaretan pesend kir û pirsgirêk li ser hejmarek ji wezaretên din derketin.

25 Cotmeh 2018 - 06:32
25 Cotmeh 2018 - 06:32
 0
Parlemantoya Iraqê hikûmeta nû bi 14 wezîran pesnd kir

Şeva bûrî parlemantoya Iraqê ji bo dengdana li ser kabîneya nû ya Iraqê civiya. Di rûniştina parlemantoyê de bawerî bo 14 wezîran hat dan û sûnd xwwarin.

Herwiha duhî bi awayekî fermî navên 21 kesan hat belavkirin, ku ji bo wergirtina postên wezarî hatine pêşniyazkirin.

Lê ji ber derketina jin nakokiyan, wezaretên: Bergîrî, Navxwe, Rewşenbîrî, Perwerde, Dad, Plandanan, Xwendina Bilind, Koç û Koçberan, pesendkirina wan hatin paşxistin.

Ev nûçe bi tevahî 1278 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:52:47