Parlemantoya Iraqê hilbijartina Serokomar bipaş xist

Karnameya rûniştina Parlemantoya Iraqê bo roja 25ê Îlonê guhartin tê de hate kirin, ku hilbijartina Serokomarê Iraqê tê de nabe.

23 Îlon 2018 - 04:35
23 Îlon 2018 - 04:35
 0
Parlemantoya Iraqê hilbijartina Serokomar bipaş xist

Parlemantoya Iraqê di daxuyaniyekê de belav kir, roja Sêşema dahatî 25ê Îlonê xula parlemantoyê birêve diçe.

Li gor karnameya parlemantoyê, di rûniştinê de pêkanîna komîteyan, rewşa parêzgeha Besrayê û pirsa dabînkirina xizmetguzariyê ji wê parêzgehê re tên gotûbêj kirin.

Pêştir, biryar bû Parlemantoya Iraqê di civîna 25ê Îlonê de dengdan bo posta Serokomartiya Iraqê bihata dan, lê dengdan hat paşxistin.

Ev nûçe bi tevahî 1434 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:47:38