Parlementera YNKê: Tenê Barzanî dikare her pênc partiyan li hev bîne
Parlemenera YNKê amaje bi vê yekê dike ku proseya yekgirtina herdu kutleyên YNKê û Tevgera Gorranê di parlemana Iraqê de rawestye û bi sedema arîşe û pirsgirêkên navxwe kutleyên Kurdistanê di nav parlemana Iraqê de pert û bilave ne tenê Mesûd Barzanî wek serkokê hemû kurdan dikare wan arîşeyan çareser bike.

Endama frakasyona YNK(Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan) di encûmena nûnerên Iraqê, Rêzan Şêx Dilêr ji bo BasNewsê ragehand ku:”Bi sedema hebûna têbîniyan li ser peymana di navber YNKê û Tevgera Gorranê, herwaha nerazîbûna beşek li endaman, her du frakasyon di perlemana Iraqê de yek negirtine û pêwîst bû her du kutleyan yek girtiban."
Dı berdewamiyê de got:”Niha her pênc frakasyonên Kurd li Bexdayê berbilavin û siyaseteke yekgirtî jî nînin ji ber ku navxwe de gelek arîşe û pirsgirêk hene.”
Wê berpirsê ev yeke jî eşkere kir ku ew arîşeyene tenê bi Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî çereser dibin û got ku:”Barzanî serpêhatiyên siyasî ya dûr û dirêj hene û xwediyê ezmûnên berfirehe li bûyeran de ye her ew dikare wan arîşeyane çareser bike û cuda li wî ti kesek xwediyê wê hêzê nîne ku pirsgierêkan careser bike.
Nûvekirina herî dawî: 14:10:17