PDK-S: Dê Pêşmergeyên Roj li demeke nêzîk derbasî Rojava bibin

Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Nûrî Brîmo got ku dê guhertineke mezin li Rojava çêbibe û li demeke nêzîk jî Pêşmergeyên Roj ên li Herêma Kurdistanê perwerde bûne derbasî Rojava bibin.

31 Çile 2017 - 16:20
31 Çile 2017 - 16:20
 0
PDK-S: Dê Pêşmergeyên Roj li demeke nêzîk derbasî Rojava bibin

Li gor nûçeya kdp.info'yê Nûrî Brîmo guhertinên li Rojhilata Navîn ku tên pêşbînîkirin bi biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a qedexekirina vîzeyê bo 120 rojan li welatên wekî Iraq, Sûriye û Yemenê ve girê daye ku yek ji van guhertinan jî derbasbûna Pêşmergeyên Roj bo Rojava ye.

Brîmo li ser derbasbûna Pêşmergeyên Roj bo Rojava got ku dê PYD jî di çarçoveya van guhertinan de razî bibe û wiha axivî: "Artêşa Roj ji bo wê yekê hatiye avakirin ku bergiriyê li ax û ala Kurdistanê bike û di demeke pir nêzîk de dê ew hêz here Rojavayê Kurdistanê û li wir bi cih bibe."

Ev nûçe bi tevahî 1761 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:43:02