Parlementoya Kurdistan îro dicive
Parlementoya Kurdistanê ji bo hevdîtinên biryarên Bexda ku dijberî Kurdan standine gûftûgo bikin û bersiv bidin Bexda îro dicive.

Li gor karnameya civîna parlemantoya Kurdistanê, Îro çend pirsan guftûgo dike, armanca sereke ya civînê jî bersivadayîna biryar û helwestên parlemanto û encûmena wezîrên Iraqê ye.
Ev jî piştî wê yekê tê, ku wek karvedanekê li dijî birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê, parlemanto û hikûmeta Iraqê çend biryar li dijî Herêma Kurdistanê derkiribûn, lê yekem gav jî ew bû, duh geşta esmanî li her du firokxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê ragirtibû.
Ji bilî bersivdana Bexdayê jî, parlemanto çend pirsên din yên taybet bi karûbarên dahatûyî yên parlemanto gotûbêj dike.
Nûvekirina herî dawî: 17:16:54