Parêzgarê Kerkûkê: Em bixwe rasterast hevdîtinan bi Amerîkayê re bikin baştir e

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm got divê partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi yekser hevdîtina ligel rêveberiya Amerîkayê pêk bînin û geşedanên nû veguhezînin.

2 Adar 2017 - 13:54
2 Adar 2017 - 13:54
 0
Parêzgarê Kerkûkê: Em bixwe rasterast hevdîtinan bi Amerîkayê re bikin baştir e

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ku niha bi seredanekê li Amerîkayê ye ji Rûdawê re ragihand ku ew li gel çend berpirs û senatorên Amerîkî civiya ye û di derbarê pêşeroja Iraq û Herêma Kurdistanê ya piştî DAIŞê de gotûbêj kirine.

Necmedîn Kerîm diyar ku li Amerîkayê îdareyeke nû hatiye avakirin û gelekî girîng e ku Kurd bi awayekî rasterast li gel berpirsên nû yên wî welatî gotûbêjan bikin û nêrînên xwe parve bikin.

Kerîm da zanîn ku wan hevdîtin bi rayêdarên Kongreya Amerîka, Wezareta Karên Derve ya Amerîka û Konseya Ewlekariyê Niştimanî ya wî welatî re pêk anîne.

Bi gotina Necmedîn Kerîm wan di hevdîtinan de bi giştî behsa rewşa Kurdistan, Iraqê, Kerkûk û taybetî jî navçeya Hawiceyê ya Kerkûkê kirine. Herwiha got, yek meijara gotûbejên wan jî Sûriye û rewşa rêxistina DAIŞê li herêmê bû.

Parêzgerê Kerkûkê anî ziman ku pêwîst e partiyên Kurdan bixwe serdana Amerîkayê bikin û li şûna ku rêveberiya Amerîkaya agahiyên derbarê kurdan de ji hinek aliyên din werbigre ew bixwe ji wan re veguhezin baştir e.

Derbarê biryara Serokê Amerîkayê ya bo 7 welatan qedekirina vîzeyê de jî Necmedîn Kerîm wiha got: “Tevî çalakiyên terorî têne encamdan, ligel herêma me çend welatên Asyaya Navîn ji ber ku di nav wê lîstê de nîne, dibe sedema bertekên welatên din.”

Ev nûçe bi tevahî 1566 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:47:15