PDK nikare biryara hilbijartinan bi tena xwe bide

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxwaz dike, di zûtirîn dem de hilbijartinên Herêma Kurdistanê bên kirin û di meha bê de jî dema hilbijartinan bê yekalîkirin.

20 Sibat 2018 - 04:27
20 Sibat 2018 - 04:27
 0
PDK nikare biryara hilbijartinan bi tena xwe bide

Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a PDKê Xesro Goran ji bernameya «Basî Roj” a K24ê re ragihand, PDKê ne bi derengxistina hilbijartinan re ye û daxwaz dike di meha bê de dema birêvebirina hilbijartinan yekalî bibe.

Got jî: “Em wek PDKê bi wê yekê re bûn ku hilbijartinên Kurdistanê di dema xwe de hatiba kirin, ku pêwîst bû di dawiya sala 2017an de bûba, lê ji ber rewşa Kurdistanê û dagîrkirina Kerkûkê bi taybetî, hilbijartin di dema xwe de nebûn. Em bi wê yekê re ne ku îsal hilbijartinên Kurdistanê berî yên Iraqê bêne kirin, ji ber ku dema parlemanto û hikûmeta niha temam bûne, lê PDKê nikare bi tena xwe wê biryarê bide.”

Amaje bi wê jî da, “Reng e hin aliyên siyasî yên Kurdistanê li benda wê yekê ne, ku di hilbijartinên Iraqê de qebareya xwe û rêjeya dengên xwe bizanin, loma dixwazin hilbijartinên Kurdistanê bekevin piştî yên Iraqê.”

Ev di demekê de, ji du mehan bûrî ve çendîn car in serokatiya hikûmeta herêmê, parlemantoya Kurdistanê û Komisyona Bilind a Hilbijartinên Kurdistanê ji bo diyarkirina roja hilbijartinan civiyan, lê nekarîn biryar wê yekê bidana, ku hilbijartinên Kurdistanê berî yên Iraqê bên kirin.

Ev nûçe bi tevahî 1388 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:54:24