PDKê ji girtina Kompaniya Kar gruba Ala û Bafil berpirsiyar girt
Endamê fraksîyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Îslam Hisên ji girtina Kompaniya Kar a petrola Kerkûkê gruba 16ê Cotmehê ku Kerkûk radestî hêzên iraqî kiribûn berpirsiyar girt.

Hisên got ku guman jê nîne destê Ala Talebanî û gruba 16ê Cotmehê di rawestandina karê Kompaniya Kar de heye.
Li gor nûçeya BasNewsê parlamentarê kurd da xuyakirin, "Eem şev û roj wan dibînin ew gotina xêrê nakin û nabêjin, ne bo xêra YNKê û ne jî ji xêra miletê xwe."
Nûvekirina herî dawî: 06:25:38