Peyama Mesrûr Barzanî bi boneya roja jidayîkbûna Hezretî Muhemed

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya roja jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Muhemed (Silavên Xweda lê bin) di peyamekê de pîrozbahiyê arasteyî hemû misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dike.

8 Cotmeh 2022 - 04:42
8 Cotmeh 2022 - 04:42
 0
Peyama Mesrûr Barzanî bi boneya roja jidayîkbûna Hezretî Muhemed

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar dike: “Ji Xwedayê mezin û dilovan hêvî dikin, ev boneya pîroz, bibe handerekî zêdetir ji bo pêşvebirina nirxên bilin dû mirovî yên olî û kûrkirina kultûra tebayî û lêborîn û pêkvejiyana aştiyane di nav gelên cîhanê de.”

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi boneya roja jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Muhemed (Silavên Xweda lê bin) pîrozbahiyên herî germ arasteyî hemû misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim.

Ji Xwedayê mezin û dilovan hêvî dikin, ev boneya pîroz, bibe handerekî zêdetir ji bo pêşvebirina nirxên bilin dû mirovî yên olî û kûrkirina kultûra tebayî û lêborîn û pêkvejiyana aştiyane di nav gelên cîhanê de.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Ev nûçe bi tevahî 487 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:44:00