Hûrgiliyên kuştina serkirdeyekî DAIŞê li Kerkûkê hat eşkerekirin

Artêşa Iraqê hûrgiliyên kuştina serkirdeyekî DAIŞê li Kerkûkê eşkere kir.

8 Cotmeh 2022 - 04:43
8 Cotmeh 2022 - 04:43
 0
Hûrgiliyên kuştina serkirdeyekî DAIŞê li Kerkûkê hat eşkerekirin

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl eşkere kir, li gor zanyariyên dezgeha îstixbaratê ya Iraqê, di encama bombebarana pêgehên çekdarên DAIŞê de li sînorê parêzgeha Kerkûkê ji aliyê firokeyên şer ên Iraqê ve, serkirdeyekî DAIŞê yê bi navê Mihemed Mezerî Ubeydî hat kuştin.

Piştî 16ê Cotmeha 2017an, ji ber valahiya ewlehiyê, liv û tevgerên çekdarên DAIŞê li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê zêde bûne. Şarezayên warê ewlehiyê diyar dikin ku sedema vê yekê, ji ber tunebûna hevahengiya hêzên ewlehiyê ye.

Ev nûçe bi tevahî 497 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:33:03