Piştî Swêdê li Denmarkê jî Quran hate şewitandin

Li Denmarkê endamên grûpa tundrew Danske Patrioter (Nîştimanperwerên Denmarkê) li ber Balyozxaneya Iraqê ya Denmarkê Quran şewitandin.

22 Tîrmeh 2023 - 04:57
22 Tîrmeh 2023 - 04:57
 0
Piştî Swêdê li Denmarkê jî Quran hate şewitandin

Endamên grûpa tundrew Danske Patrioter (Nîştimanperwerên Denmarkê) dirûşmên li dijî Îslamê gotin û sivikatî li Quranê û alaya Iraqê kirin.

Heman grûpê paşê jî Quranê şewitand û xwepêşandan di bin ewlehiyên tund ên polîsan de hate kirin.

Wek ku grûp bixwe dibêje, wan “li dijî êrîşa Balyozxaneya Swêdê ya Iraqê” Quran şewitandiye.

Alîgirên Sedr jî li Bexdayê li dijî şewitandina Quranê xwepêşandan kirin û xwestin bi ser Balyozxaneya Denmarkê ya Iraqê de bigirin lê hêzên ewlehiyê rê nedan wan.

Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, Hikûmeta Iraqê ji parastina ewlehiya nûnerên dîplomatîk berpirsyar e.

Ev nûçe bi tevahî 785 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:38:54