PSK. Bo Dewletê Serbest e, Lê Ji Bo Kurdan Qedexe Ye

PSK: (Partiya Sosyalîst a Kurdistan )

1 Gulan 2017 - 11:57
1 Gulan 2017 - 11:57
 0
PSK. Bo Dewletê Serbest e, Lê Ji Bo Kurdan Qedexe Ye

Hêzên ewlehiyên Tirkiyê xwast, ku li Amed û Istanbolê di çalakiyên 1ê Gulanê da pêşiya hilgirtina Ala Rengîn bigre.

Li Istanbolê polesên Tirk êrîş kire ser Kurdan, ku destê wan da Ala Rengîn hebû û teqeyê hevayî kir û dest bi serda Cîgîrê Serokê PSK Ulaş Aslan û endamê Meclîsa Partiyê ya PSK Mehmud Döger da girt.

Her usa li Amedê polês pêşiya endam û alîgîrên PSK girt, ku destê wan da Ala Rengîn hebû û ber bi qada 1’ê Gulanê va diçûn.

Bûyêr û pêşhatiyên bi vî awayî nişana bê tehamuluya dewleta Tirk e derbarê nirxên Kurdistanî. Her usa nişana siyaseta durûyî ye. Ji ber ku çend meh berê gava Serokê Herêma Kurdistanê serdana Istanbolê dikir, Ala Rengîn hatibû hildan û berpîrsên dewletê li ber Alayê Kurdistanê ligel Hêja Barzanî gîftugo kirin.

Em êrîşa polesa Tirk li ser Ala Rengîn û siyeseta duruyî ya hikumatê bi tundî mehkum dikin. Divê herdu hevalê me û yên dinê, ku di çalakiyên 1ê Gulanê da hatine dest biser da kirinê, herçî zutir bêne berdanê.

Ev nûçe bi tevahî 2170 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:41:43