PSK: Enfal Jenosîd e
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bi boneya salvegera Komkujiya Enfalê daxuyaniyek çapemeniyê weşand.

Îro 14’ê Nîsanê ye, Roja Enfalê ya Kurdistanê ye.
Parlamentoya Kurdistanê 14’ê Nîsanê wek Roja Enfalê ragihandiye.
Rejîma Baas a nijadperest û şoven, ji bo tunekirina gelê Kurd, di 14’ê Nîsana 1988’an de dest bi operasyonên Enfalê kiribû. Li ser van operasyonan 38 sal derbas bûne.
Di operasyonên Enfalê de bi hezaran gund, bajarok û mezra hatin rûxandin, 182 hezar Kurd hatin kuştin an windakirin.
Lê rejîma Baas negihîşt armanca xwe. Gelê Kurd, bi fedakarî û têkoşîna xwe ya bi biryar, di sala 1991’an de bi Raperînê welatê xwe azad kir û ne tenê tolhildana şehîdên Enfalê,her weha Tola hemû şehîdên Kurdistanê hilanî.
Tevî ku ewqas sal derbas bûne jî, birînên ku Enfalê vekirine hîn jî qenc nebûne, hîn jî birîn bi xwîn e.
Akîbeta deh hezaran kesan hîn jî ne diyar e, bi sedan gorên komî li benda vekirinê ne. Pirsgirêkên psîkolojîk û civakî yên kesên ji Enfalê rizgar bûne nehatine çareserkirin. Pirsgirêkên madî û manewî yên malbatên qurbaniyên Enfalê didomin. Gelek sûcdar hîn nehatine darizandin û hikûmeta Bexdayê ji bo çareserkirina van pirsgirêkan tu gav navêje.
Ji ber van sedeman, herî watedar bibîranîna Enfalê ew e ku hemû sûcdar bên darizandin û pirsgirêkên malbatên qurbaniyan bên çareserkirin. Wê demê birînên Enfalê dê dest bi qencbûnê bikin.
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), bi boneya Roja Enfalê careke din bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû partî û saziyên siyasî yên Kurdistanê dike:
Ji bo ku Neteweyên Yekbûyî (NY) Enfalê wekî Jenosîda Kurdan nas bike û ragihîne, em destê xwe bidin hev û bi hevra bixebitin.
Em li ber şehîdên Enfalê bi rêz û hurmetê serê xwe ditewînin.
Nûvekirina herî dawî: 23:28:14









































































































































































