Pêşniyara Goranê ji aliyê PDK û YNK'ê ve nehat qebûlkirin
Hat ragihandin ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) hikûmeta niştîmanî ku Tevgera Goranê pêşniyar kiribû red kirin.

Tevgera Goranê di daxuyaniya xwe ya îro de êrişa artêşa Iraqê û Haşdî Şabî ya ser Kurdistanê nirxand û ragihand ku divê Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêmê dev ji kar berde û li şûna wê hikûmeta niştîmanî were avakirin.
Herwiha Endamê Serkirdatiya PDKê Dilşad Şehab bersiva pêşniyara Goranê da û got: "Piştrast bin hewla avakirina hikûmeta rizgariya niştîmanê dê bê encam be. Kurdistan rastî pîlangêriyeke navxweyî û herêmî bûye, parlemento û hikûmet wê li ser karên xwe berdewam bin ji bo xizmetkirina xelkê Kurdistanê."
Ji aliyê din ve Endamê Parlementoya Kurdistanê yê grûba YNKê Qadir Rezgeyî jî got: "Hikûmeta rizgariya niştîmanî ne daxwaza PDKê û YNKê ye û hikûmet jî bêyî herdû hizbên sereke nayê avakirin. Pirsgirêk û krîzên îro yên Kurdistanê bi hikûmeta rizgariya niştîmanî nayên çareserkirin, lewma ew piştevaniya wê pirojeyê naki
Nûvekirina herî dawî: 19:57:47