Li Herêma Kurdistan hilbijartin hat paşxistin!

Li Herêma Kurdistanê hilbijartinên Parlemento û serokatîyê hat paşxistin.

23 Cotmeh 2017 - 06:26
23 Cotmeh 2017 - 06:26
 0
Li Herêma Kurdistan hilbijartin hat paşxistin!

Li Herêma Kurdistanê 1ê Mijdarê wê hilbijartina parlamento û serokatiyê bihata lidarxistin. Ji bo ku partiyên siyasî namzêd diyarî Lijneya Bilind a Hilbijartinê nekirin hilbijartin hat paşxistin.

Li gel hemû israra pêkanîna hilbijartinê ya Serokê herêma Kurdistan Mesût Barzanî, Konseya Hilbijartinan ji ber sedema tunebûna serlêdanên namzetan hilbijartin hat paşxistin û wê dîrokek nû jibo hilbijartinan were diyarkirin.

Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinê Hindirîn Mihemed di axaftina xwe ya Reutersê de got: "Hefteya borî serlêdana namzedan qediyabû û hetanî îro hatibû dirêjkirin. Lê dîsa jî kesî serî lê neda. Em ê ji parlamentoyê daxwaza diyarkirina roja hilbijartineke nû bikin."

Ev nûçe bi tevahî 1372 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:05:43