PWK: 128 Salîya Rojnamegerîya Kurdî Pîroz Be

Rojnameya pêşîn a kurdî, Kurdistan, di 22ê Nîsana 1898an de li Qahîreyê ji alîyê kurê Mîr Bedirxan, Miqdat Midhet Bedirxan ve hat derxistin. 75 salan piştî derketina vê rojnameyê, di 1973an de li Başûrê Kurdistanê, 22ê Nîsanê wek Roja Rojnamegerîya Kurdî hat qebûlkirin û ji wê rojê ve her sal ev roj tê pîrozkirin.
Ji roja ku rojnameya Kurdistanê derketiye heta îro bi hezaran (çi legal û çi îllegal) kovar û rojnameyên Kurdan derketine. Lê hertim dewletên desthilatdar li hember van kovar û rojnameyan, li hember berpirsiyar û nivîskarên wan bûne asteng û zilm û zoreke nedîtî li wan kirin e. Di vî warî de zilma li ser berpirsiyar, nivîskar û heta xwendevanên rojnameya Kurdistanê (1898) bigrin heta îro jî her ew zilm û zordestî berdewam e.
Gelek rojnamevanên kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hatine zindan kirin û kuştin.
Heta îro jî rojnamevanên kurd nikarin erka xwe bi awayeke azad bi cîh bînin. Weşanên wan tên qedexekirin û rê li ber azadîya wan tê girtin.
Ji ber vê yekê, rojnamegeriya kurdî ji alîyekê ve jî mirêka têkoşîn, trajedî û rewşa ronakbîr û civata kurdî ya dema hişyarbûna neteweyî ye.
Em dawîlêanîna her cure qedexe, astengî û êrîşên li ser sazîyên rojnamegerî, çapemenî û weşana kurdî, wekî parçeyek ji têkoşîna xwe ya azadîyê û wekî beşek ji têkoşîna bidestxistina mafên neteweyî, demokratîk ên kolektîf ên kurdan dibînin.
Di 128emîn salvegera rojnamegerîya kurdî de, ji bo ku daxwaza piştgirîkirina rojnamegerîya kurdî ya azad di her warî de û li ser bingeha cudakarîya pozîtîf ji alîyê Dewleta Tirkiyeyê û şaredarîyên Bakurê Kurdistanê ve bê pêkanîn; em bang li hemû partîyên siyasî û sazîyên rojnamegerî, çapemenî û weşanê yên kurdan, rêxistinên civaka sivîl û kesayetên kurd ên bibandor dikin ku helwesteke hevpar nîşan bidin.
Li Başûrê Kurdistanê, ji bo xwedî li dîroka rojnamegerîya kurdî û hemû ked û nirxên di vî warî de bê derketin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Muzeya Rojnamegerîya Kurdî ava bike, ev dê bibe geveke dîrokî û neteweyî, niştimanî. Her weha Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo piştgirîkirina rojnamegerîya kurdî ya li her çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê, bi xebateke piralî, dikar bernameyeke taybet a xebatê wekî parçeyek ji têkoşîna azadiya Kurdistanê pêk bîne.
Bi minasebeta 128 salîya rojnamegerîya kurdî, em hemû rojnamevanên kurd ên ku di vê rêyê de şehîd bûne, yên keda wan hene bi rêzdarî bibîr tînin û dibêjin Roja Rojnamegerîya Kurdî pîroz be.
Buroya Ragihandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
Nûvekirina herî dawî: 13:11:59


































































































































































