PWK: 1ê Gulanê li hemû karker û kedkarên cîhanê pîroz be

1 Gulan 2025 - 09:57
1 Gulan 2025 - 09:57
 0
PWK: 1ê Gulanê li hemû karker û kedkarên cîhanê pîroz be

1ê Gulanê roja yekitî, piştgirî û têkoşînê ya karker û kedkarên cîhanê ye.

Karker û kedkarên Kurdistanê, ji alîyekî ve ji mafên xwe yên netewî û demokratîk bêpar in, ji alîyekî jî rû bi rûyî hejarî û bêkarîyê ne.

Jiber vê rastîyê jî, karker û kedkarên Kurdistanê, têkoşîna xwe ya jibo bidestxistina mafên aborîyê, têkoşîna jibo jîyaneke birûmet û mirovane, têkoşîna jibo azadî, demokrasî û wekhevîyê, divê li gel têkoşîna azadî û rizgarîya Kurdistanê bimeşînin.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi şîara ‘’Azadî ji bo Kurdistanê, Azadî li Kurdistanê’’, ji bo Kurdistaneke azad a ku edaleta civakî û jîyaneke mirovane lê bicîh bibe xebat û têkoşînê dimeşîne.

Di roja yekitî, piştgirî û têkoşînê ya karker û kedkarên cîhanê de, em 1ê gulana karker û kedkarên Kurdistanê û yên cîhanê pîroz dikin.

Buroya Rageahendinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Ev nûçe bi tevahî 688 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:47:15