Li Wanê qeza, 28 birîndar hene

Li Wana Bakurê Kurdistanê otobuseke rêwiyan wergeriya û li gorî tesbîtên ewil 28 kes birîndar bûne.

1 Gulan 2025 - 09:59
1 Gulan 2025 - 09:59
 0
Li Wanê qeza, 28 birîndar hene

Qezayê vê sibehê li navçeya Westanê ya Wanê rû daye.

Li gorî agahiyan, otobusa rêwiyan a bi plakaya 44 AJ 999an a ku navê ajokarê wê hîn ne diyar e, ji kontrola ajokar derketiye û wergeriyaye.

Gelek cendirme û tîmên tenduristiyê çûne cihê bûye.

Tîmên tenduristiyê her 28 birîndar bi ambulansan birine nexweşxaneyên li Wanê.

Ev nûçe bi tevahî 263 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:15:44